Home / Jiyan / Têkoşîna Qatar Bi Memik Re

Têkoşîna Qatar Bi Memik Re

Qatarê memikên tazî bi ala nixûmand. Ji Mîrekiya Qatarê re nîşankirina tazîbûnê li ser avahiya Balyozxane/Şandegehê zêde hat. Peykerê acizker bi ala veşartin.

Al şûna Memik: Tedbîra sansurê (qedexe) li ser Balyozxane/Şandegeha Qatarê. W: Monika Skolimowska/Keystone

Li Berlinê ev ji Sedsal in bêhtir peyker avahiya ”Villa Calé” dixemilîne. Çend roj in tenê alên Qatar û Almanya têne dîtin dinivîse rojnameya SDZ. Al divê peyker ji çavê mêvanan veşêre. Wisa dixuye, xwediyê avahiyê (Mîrekiya Qatarê) ji dîtina jina nîvtazî û du zarokên wê aciz e.

Berê wisa xuya dikir. Wêne: DPA

Mîrekiya Qatarê pir car xwest peykerê ji banê sêgoşe ê avahiyê jêbike ango derxîne, lê Saziya Bîrdariyên Welat a Almanya izin neda. Qatarê avahiya 3000 m² li 1997ê kirîbû bo vekirina balyozxaneya xwe.

Berî 2 sal, Nîsana 2015ê şande/sefîrê Qatarê ê wê demê agahî da Almanya ku Qatar dixwaze avahiyê renove/çê bike. Weke sebeb jî, Sala Kultur 2017 a Almanya-Qatarê kire bahane. Karên renovasyonê ango çêkirinê heta Gulana 2017ê ajotin.

Ku peyker dê wisa veartî bimîne an Saziya Bîrdariyên Welat a Almanya dijî wê tevbigere û alên li ser rake ne diyar e hîn. Qatarê bo renovasyona 2 salî fîrmayeke avahiyê erkdar kiribû û gelek pere xerc kiribû bo wê.

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *