Home / Konevanî / Mossad Li Fîrmayên Nû Digere

Mossad Li Fîrmayên Nû Digere

‘Em li fîrmayan digerin, ên bi wê elaqedar in ku em jî pê elaqedar dibin, ên hîn di despêkê de ne û xwedî fikr û xebatkarên baş in.’

Saziya Istîxbarî a Israîlê Mossad, bi videoyeke li fîrmayên di qadên teknolojiya bilind î nûjen de bo wê balkêş in, bi riya foneke taybet ku bo vî karî hatiye sazkirin, digere.

wêne: jewishbusinessnews.com

Hîn li sibatê Mossadê bi standeke bo xebatkar stendinê (recruitment) li konferansa salana a CyberTech li Tel Avivê ji siyê derketibû. Ana jî fermî hate ragihandin ku foneke bi navê libertad ventures hatiye avakirin daku sermayeyeke dora 2 Milyon Şekel bide wan fîrmayan ku pêşkêtinên teknolojîk di merhaleyên zû de karin pêşkêş bikin ku ji bo Mossad balkêş in.

Beramberî wê sermayeyê jî Mossad tenê dixwaze wê teknolojiya ku ji bazarê re êdî amade ye bê heqê telîf an patentê karibe bikar bîne. Hin qadên ku Mossad elaqedar dikin robotik, şîfrekirina bilez, profîlderxistina jixweber (automatîk) a kesan, analîza daneyan in.

Di peyameke ji ofîsa serokwezîr hatiye belavkirin de tê gotin ku Libertad Ventures berî hertiştî bo wê hatiye avakirin ku serdestiya teknolojîk a Mossadê bi riya hevkariya bi fîrmayên nûjen (*startups) berdewam bimîne.

Agahiyên zêde dikarin ji  libertad.gov.il bi ingilîzî û hebru bixwînin.

*Startup: Ji wan fîrmayên xwedî fikrên nû û zû bi wê fikrê mezin dibin re tê gotin. Mîna google, facebook, zolando ûwd

Check Also

Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Di êrîşeke çekdarî li ser konsereke vekirî li derve li Las Vegasa bi casino’yan tê nasîn, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *