Home / Cîhan / sîleha laser a amerîka li kendava Iranê (video)

sîleha laser a amerîka li kendava Iranê (video)

Nûçeyeke li zdf’a almanî ziravê mirov diqetîne: DYA sîleheke laser çêkiriye ku bi leza ronahiyê li hedef dide…

Ne science-fiction e, rast e û herdem dikare bê bikaranîn. Li ser keştiya şer (USS Ponce) a DYA ku li Kendava Persî digere, hatiye montekirin.

Fermandarê keştiyê Christopher Wells dibêje ku:

– sîleha laser ji ya guleyan baştir li armanc/hedefê dide,

-li bejahî, hewa an li derya tê bikaranîn, ne mîna hin sîlehan tenê bo tiştekî diyar sînordar e. Sîleheke piralî ku bo armancên cûda kare bê bikaranîn e.

50 Hezar car ji roketên navparzemînan (intercontinental) bileztir e (jixwe bi leza ronahiyê digihê armancê).

-û ji ber vê lezê pêdivî bi hesabkirina hareketa armancê tune ye: nîşan dike û lêdixe!

Sîleh di spektruma elektromagnetîka nayêdîtin de dixebite, loma gava tê bikaranîn mirov ronahiya lasera wê nabîne, herweha bêdeng e.

Her lêdan ango bikaranîn bi buhaye 1 Dolar e! Ana tenê bo bot û amûrên piçûk a hewayê (mîna drone) tê bikaranîn; lê li ser dixebitin amerîkî daku pêşerojê bo armancên mezin jî bê bikaranîn

 

Unheimlich: Neue Laser-Waffe des US-Militärs

Bei dieser neuen Laser-Waffe des US-Militärs läuft uns ein kalter Schauer über den Rücken.

Opslået af ZDF heuteplus på 19. juli 2017

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *