Home / Jiyan / Bariyera Vajînayê, Parastina Ji AIDSê

Bariyera Vajînayê, Parastina Ji AIDSê

Mix’a Mîkroban di vajînayê de bandor li ser karîgeriya ajanên herêmî dike. Encamên viya hene, bo bergîriya HIV’ê.

Li aliyên başûr ên Afrîkayê virusa HIV pir belavbuye. Jeleke (ing: gel) karîger gelek alîkar  dibû. wêne: andrees latif / reuters

Mikrobiom (= jimar û pêkhateyên Mîkroorganîzmayên bedenê) mijareke girîng e, di bijîşkiyê de. Piranî bakteriyên bo tenduristiya mirov herî girîng in, li roviyên mirov de ne. Herweha di vajînayê de jî bakteriyên mîna ya roviyan hene.

DISIPLÎN

Mîkrobîsîd (=jel’ên ku ajanên herêmî dihewînin) di vajînayê de têne bicihkirin, bi saya wan jî rê li ber infectiona HIVê tê girtin. Ji ber ku Mîkrobîsîd jinên welatên xizan ku bi HIV hêsantir rûbirû dibin, bihêztir dike himberî infectionê. Lê hîn ewqas serkevtin tune ye. Xebat û lêkolînên ser Mîkrobîsîdê, berê nedikariyan sûda ku tê hêvîkirin, bidin: Tedbîra parastinê tenê di hin jinan de karîger dibû, ên din li gel mîkrobîsîd/jel’an dîsa jî tûşî virusa HIVê dibûn.

Bo vê cûdahiyê (ku jel hin jin diparêze, hin naparêze ji HIVê) lêkolîner jin berpirs didîtin. Ji ber ku wan jinên infectionê digirtin, di bikaranîna jelê de bê disiplîn tevdigeriyan. Ev berhem, jel ango Mîkrobîsîd divê hercar berî û pişt her têkîliya sex‘ê bê bikaranîn.

Bi nivîsa li ‘Science’ hate parvekirin, ravekirineke nû bo bandorparastina cûda a Mîkrobîsîdan eşkere bû bi saya Nicole Klatt ji Zanîngeha Washington li Seattle û hevalên wê: Pêkhateyên bakteriyên vajînayê dikarin Mîkrobîsîdê pir xurt kêm bikin.

Berdewam:

http://science.sciencemag.org/content/356/6341/938

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *