Home / Dîmen / Bedewiya Mirinê!

Bedewiya Mirinê!

Hin ji baranê, hin ji tavê, hin ji xwarinê, hin ji reqsê, hin ji muzîkê hezdikin; Mia Jane Harris‘a britanî jî ji ‘spehiya termê’ hezdike! Di hunermendiya xwe de bi romantîzekirin û xweşikbûna mirinê re mijûl dibe. Gor jînenîgariya wê, Harris hunermend, tijîkera postên ajalan û çêkera bebekên pêlîstokan e. Tevliheviya derasayî ne, mijûliyên wê. Bixwe dibêje ” hunera min tiştên icêb, balkêş û nexweşane xweş lêdikole”

Amûr materyalen xwe ji fakulteyên bijîşkî an muzeyan tîne. Zana rojane li ser vana lêkolîn dikin bo armancên pratîk, lê di nav kap, bîdon û tupên klînîk de xweşikahiya wan wenda dibe. Mirov ewqas li ser armanca pratîk bala xwe didine ku xweşikahî û estetîka li paş van terman nabînin dibêje Harris.

Ji vê fikrê tê hunera Mia Harrisa ku wêneyên term û bermayiyên miriyan digre. Mirov pê dernaxe pircar, ka kîjan beş an organ e ku lêdinere; belkî jî ji ber vê ye, bi Mia Harris re evqas xweşik tê mirin ango fotoyên mirinê.

Harris bi berhemên xwe dixwaze riyeke ji temaşevanan re ber dinyaya wê î tarî-romantîk veke, daku pêşdarazên rûniştî himberî mirin, jîn û vejînê re rake. Bi seriya xwe binavê «Your Corpse Is Beautiful» ( termê te xweşik e ) beşên terman ango cesedan weke huner pêşkêş dike.

Check Also

Stephen King Dibe 70 Salî

Stephen Edwin King, hostayê filmên horror‘ê, dibe 70 salî. King li 21ê Îlonê 1947ê li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *