Home / Cîhan / Genetîk: Şaşiyeke Gena Embriyoya Insan Hate Tamîrkirin

Genetîk: Şaşiyeke Gena Embriyoya Insan Hate Tamîrkirin

Lêkolînerên amerîkî Meqesa-gen di embriyoya (şane) insan de bikaranîn. Pê re dixwazin nexweşiyên irsî baş bikin ango ji gena insan dûr bixin.

Meqesa-gen çi ye: Bi ingilîzî CRISPR – Clustered Regularly Interspaced Short Palindromic Repeats ango beşên DNAyê ku xwe di piraniya organîzmayan de dubara dikin re tê gotin.

Koda jînê ji çewtiyan ne azad e! wêne: pd

Lêkolîner çewtiyeke genetîk/irsî ji embriyo/şaneya insan dêrxistin ango jêkirin. Bi alîkariya Meqesagen CRISPR-Cas9 lêkolîner mutasyonekê ku ji lawaziya edaleyên dil (Hypertrophic cardiomyopathy) diajot, tamîrkirin. Embriyoyên genên wan hatine guhertin, geşedana xwe mîna embriyoyên genên wan nehatiye guhertin, berdewam kirin, wisa dinivîsin lêkolîner di kovara ‘Nature’ de.

Lê hîn pir zû ye bo ceribandina wê li ser jinekê. Çarçoweya metirsiyên ku bi mudaxeleyeke wisa girêdayî ne, îro hîn nikarin bêne texmîn kirin. Lêkolîner bo ana bêtir dixwazin vî rêbazî li ser embriyoya insan biceribînin.

BO LÊKOLÎNÊ HATE AFIRANDIN

Shoukhrat Mitalipov ji Oregon Health and Science University li Portland û hevalên wî spermên mêrekî ku mutasyonekê dihewînin û hêk-hucreyên tendurist bikaranîn. Dora 72,4% ji 58 embriyoyên genên wan hatin guhertin di dema lêkolînê de, paşî mutasyona nexweş nedihewand êdî.

Lêkolîner bi vî rêbazî hin pirsgirêkên bi metoda tovçandina çêkirî (artificial fertilization) re di mîrata genetîk de pêş derdikevin, ji yên berî xwe baştir birêvekirin. Mersela, dikarîbûn meqesagen wisa dîzayn bikin ku tenê gena şaş a spermê tamîr bikin û ne ku gena tendurist a hêkhucreyan.

ALIYA ETÎK/MORAL

Hin aliyên zanistê ji Ewrupa û Amerîka bi tedbîr nêzî vê lêkolînê dibin û hişyar dikin ku divê mirov zû bi zû vî rêbazî weke terapî li ser mirova neceribîne. Lê meha sibatê, komeke pisporan ji DYAyê, bo armancên lêkolîner ji guhertinên mîrata genetîk li ser embriyoya mirovan re lempeya kesk vêxistin. Qed nebe bi saya vê erêkirinê lêkolîner piştgiriya derûdorên zanistê stendin.

Check Also

Generalê Amerîkî: Rasîst Divê Herin!

Şefê US Air Force Academy (Akademiya Hêza Hewayî a DYA) piştî vedîtina Graffiti (nivîsên ser …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *