Home / Cîhan / Nerazîbûn Nav Şîeyên Erebîstana Suudî

Nerazîbûn Nav Şîeyên Erebîstana Suudî

Gelek ji çalakvanên Şîe li herêma rojhilat a Erebîstana Suudî an mirî an girtî ne. Komeke milîtan xwe bi çek kirin û li taxake kevn ku desthilatdar dixwaze wan koçber bike, bicih bûne.

Ulemayê Şîe, Nimr Al Nimr ku 2016ê hate îdamkirin li nav kêmahiya Şîe a Erebîstana Suudî û nav welatên din a kendavê weke fîgureke sembolîk maye. Di wêneyê de xwepêşanderekî li Bahreynê sureta navborî rakiriye. (EPA / Ahmed Alfardan)

Di aliya rojhilata Erebîstana Suudî de cihguherandin ango koçberkirina Şîeyan di tevgerê de ye? Çalakvanên herêma Katif ku piranî rûniştvanên wê ji kêmahiya Şîeyan pêk tê, tam viya dibêjin.  Rojnamevanî ango raporkirineke azad û serbixwe bo ana ne pêkan e, çûna herêmê astengkirî ye. Tiştek diyar e lê, ne bi sedan be-bi hezaran kes ji gundê Awamiya ku li nik paytexta herêmî-Katif e, reviyane.

Li Awamiya di navbera ewlekariya Suudî û milîtanên çekdar de pevçûnên tûnd rû dane. 3 Polîs, 7 welatiyên Suudî û 5 karkirên biyanî hatine kuştin gor ragihandina parêzvanên mafê mirovan. Çalakvan dibêjin taxa dîrokî Musawara ji alî ewlekariya Suudî bê armancgirtin rasthatî hatiye gulebaran kirin.

Rûxandina Taxeke Dîrokî /Malên 400 Salî

Belkî dehan çekdar ji ber kolanên wê î teng xwe li Musawara bicihkirine. Hukumet dest bi hilweşandina Musawara kir. Riyad dixwaze li wir navendeke kirînfirotinê avabike û ji nûjeniyê/modernîsekirinê bahs dike. UNO hilweşandina xaniyên 400 salî rexne kir.

Rêxistina ewrupî-suudî a mafê mirovan ji koçberkirina zordar a rûniştvanên Awamiya ku navbera 25-30 Hezar e, dipeyive. Rêxistin xwe dispêre çavkaniyên herêmî û dibêje ku Dewlet tenê 4 saet dem daye rûniştvanan daku taxê navborî bicih bihêlin.

Pirsgirêk tenê ne rûxandina taxeke dîrokî ye; bi ‘bihara erebî’, Şîyên Suudî û Iranê re pêvendîdar e. Nimr Al Nimr bo mafên Şîeyên Suudî derketibû pêş û 2011ê dema bihara erebî jî bibû berdevkê tevgera şermezariyê a herêma rojhilatê. Wiya jî bi canê xwe dabû 2016 bi dehan kes re.

Bi darvekirina Nimr Al Nimr nerazîbûnên li Awamiya‘yê mezintir bûn. Iran ku têkîliya wê bi Şêxê navborî venedişart, dijî kuştina wî gelê herêmê mobîlîze kir û bo berjewendiyên xwe bikaranî: Iran xwe mîna parastvanê hemû Şîeyan nîşan dide û bandora xwe li herêmê berfireh dike. Ev jî hêz dide gotara Erebîstana Suudî ku angaşt/iddîa dike, qaşo tev eniya dijber a Şîeyan ajanên Iranê ne.

çavkanî û berdewama nivîsê: NZZ

Check Also

Kurt Berî Mirinê Bi Zarokên Xwe Re Dikeniya Hîn

Chester Bennington stranbêjê Linkin-Park havînî xwe kuştibû. Nûh jina wî videoyekê parvekir ku saetan berî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *