Home / Dîmen / ‘Eger te tiştek nîvco hişt, wê heta hetayê nîvco bimîne’ (Dilxwazên Rojavayî)

‘Eger te tiştek nîvco hişt, wê heta hetayê nîvco bimîne’ (Dilxwazên Rojavayî)

Komeke dilxwazan ji DYA (USA) û Keyaniya Yekbuyî (UK) şerê dijî Dewleta Islamê (Daiş) dike erk ji xwe re. Navborî li Reqayê di xetên pêş de têdikoşin.

Macer Giffordê londonî weke dilxwaz berî 3 sal hatiye Suriyeyê: ”Ez ji bo parastina gelê surî himberî terorîstan li vir im” dibêje britaniyê 30 salî. husein malla / ap

 

Gifford bawer dike, tenê bi darê zorê mirov dikare Daişê têk bibe. Brîtanî dibêje Daişê dijber/dijminekî awarte ye. husein malla /ap

 

”Ne bi danûstendin ne bi xweziyê em dikarin wan tune bikin. Yekane rêbaz zora sîleh e, bo têkbirina wan” difikire Gifford. ap / husein malla

 

2 erk bicih tîne Taylor Hudsonê ji California: Him birînpêç (paramedic) him nîşangir (sniper) e. Taylorê 33 salî, cenga Reqayê bi ya Berlinê ku dawiya desthilatdariya Hitler anî dema Şerê Duwem, dişibihîne. husein malla / ap

 

Kevin Howardê 28 salî kevneleşkerê amerîkî ye. 2006ê li Iraqê jî şer kiribû, nîşangirekî xwedî-tecrube ye û bi serbilindî dibêje ku heta ana 12 Daişî kuştine. husein malla / ap

 

Gor Kevinê californî şerê dilxwazî bo ‘dawî li vê merseleyê anîn re’ alîkariyeke watedar e. ”Eger te tiştek nîvco hişt, wê heta hetayê nîvco bimîne” husein malla / ap

 

Kevin ligel Milîsên Aşûrî dijî Daişê li Reqayê şer dike. huseyn malla /ap

 

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *