Home / Cîhan / Almanya-Tirkiye: Ligel Qirîzê Kirînfirotina Sîleh Bêrawest Berdewam e

Almanya-Tirkiye: Ligel Qirîzê Kirînfirotina Sîleh Bêrawest Berdewam e

Ligel qeyrana bi Enqereyê, rêveberiya federal a Almanya ji serê salê heta ana destur daye bi bihaya 25 Milyon Euro çek ji Tirkiyeyê re bêne firotin. Ev piştî pirsnameya partiya Kesk eşkere bû.

wêne: tagesschau

Lêbelê îxracata sîlehan ji bo Tirkiyeya endamê Nato ye, gor 8 mehên pêşîn a par (2016) pir kêm buye. Ev ji bersiva wezareta federal a aboriyê li ser pirsnameya parlamenterê-Kesk Ozcan Mutlu derkete holê, wisa radigihîne DPA (ajansa çapemeniya alman).

Îsal heta dawiya Tebaxê 99 car destur hatiye dayîn bo firotina çek bi bihaya 25,36 Milyon Euro bo Tirkiyeyê, gor wezareta aboriyê eşkere kiriye. Lê firotin dibêtiyeke mezin ji 25 Milyonî bêhtir be, ji ber ku rêveberiya federal li ser 3 desturên din û bihaya wan firotinan agahî nedaye. Beramber, navbera Çile-Tebax 2016ê Almanya ji firotina sîlehan bi bihaya 69,32 Milyon Euro bo Tirkiyeyê 158 car destur daye, gor bersiva wezareta aboriyê.

Enqere Tehdîdan Cidî Nagre

Mutlu daxwaza rawestandina firotina sîleh bo Tirkiyeyê dike. ”Ji ber ku bazirganî bêxem dimeşe, Enqere tehdîdên ji Berlinê tên, paşguh dike ango cidî lênanere” dibêje parlamenterê Kesk.

‘Rêveberiya Federal divê gotin û kirinê bike yek, daku welatiyên xwe li Tirkiyeyê karibe biparêze’ dibêje Mutlu û rojnamevan Deniz Yücel û çalakvanê mafê mirovan Peter Steudtner ku li Tirkiyeyê bi tohmeta alîgiriya terorê girtî ne, bibîr tîne.

 

 

 

 

Check Also

Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Di êrîşeke çekdarî li ser konsereke vekirî li derve li Las Vegasa bi casino’yan tê nasîn, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *