Home / Dîmen / Stephen King Dibe 70 Salî

Stephen King Dibe 70 Salî

Stephen Edwin King, hostayê filmên horror‘ê, dibe 70 salî. King li 21ê Îlonê 1947ê li Portland/Maine hate dinyayê. Ew li nav têkîliyên mutewazî mezin bû. Li gel 50 roman dora 200 kurteçîrok nivîsandin, gelek ji berhemên wî bûne film. Wêne: AP

Li Hollywooda kalifornî li ber ”Neibolt House” meraqdar/hezkiriyên horror’ê bi hêviya destura ketina malê, radiwestin. Li vê avahiya rûxiyayî dixwazin atmosfera ku King di çîroka xwe ”It” (”ew”) de vedibêje, his bikin. Wêne: EPA

Yekem filmkirina ”It”ê di forma 2 perçe de hate kişndin. Tim Curry rola clown‘a metirsdar Pennywise leyistibû. Wêne: Imago

Stephen King li Bangor li endamdewlet Maine dijî. Avahî mutewazî dixuye, lê kîtekît/detay qesaweta wê derdixin pêş. Wêne: Imago

Nivîskar li 2013ê bo ”Doctor Sleep” ku berdewama ”The Shining” e derket tura dinyayê. Li vir li pirtukxaneyekê Parisê berhemên xwe îmze dike. Wêne: AP

Mij weke cezaya Xwedê. Frank Darabont 2007ê ”The Mist” (”Mij”) çêkir. Laurie Holden, Thomas Jane (naverast) û Nathan Gamble di wê horror‘ê de leyistin. Film xwe dispêre tomara kurteçîrokên S.King binavê ”Skeleton Crew” (1985). Wêne: AP

Tom Sizemore (ç) û Morgan Freeman di ”Dreamcatcher” de, 2003. Wêne: AP

Tim Robbins û Morgan Freeman di ”The Shawshank Redemption” (1994) – yek ji serkevtîtirîn adaptasyona romanên Stephen King de. Film ser çîroka êşa bankerekî bêguneh ketiye girtîgehê ye. Hêjayî 7 berendamtiya xelata Oscar‘ê hate dîtin. Wêne: Imago

Jack Nicholson di horror’ê ”Shining” (1980) de rola nivîskarekî dîn leyistibû, regî Stanley Kubrick ajot. Roman 1977ê derket û tê gotin şopên ji jîna S.King bixwe dihewîne. Nivîskar bi salan alkolîk bû.

Birinpêçekê/hemşîre (Kathy Bates) psîkopat di filma ”Misery” (Belengazî) (1987) de nivîskarekî (James Caan) ku pir hezdike, êsîr digre. ”She” romana Stephen King, filmkişêr Rob Reiner inspîre kir.

”Carrie”, romana S.King 1976ê ji alî Brian De Palma buye horror, Sissy Spacek rola ‘Carrie’ wergirtibû. S.King ku xwe-rexnegir e, romanê neecibandibû û avêtibû sergoyê, lê jina wî ew dît û ji çopê derxist.

Check Also

Prag: Hin Dîmen..

Li Royal Castle a dîrokî ku tev turîst/geştiyar ziyaret dikin, peykereke balkêş a xortekî. Çîroka …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *