Home / Kultur / Baştirîn Zanîngeh: ODTÜ 1, DÎCLE 31

Baştirîn Zanîngeh: ODTÜ 1, DÎCLE 31

Enstîtuya Înformatîk a zanîngeha ODTÜ”yê ‘lîsteya baştirîn zanîngehên Tirkiyeyê’ amadekir. 

Nav 150 zanîngehan, yên li Bakûrê Kurdistan in, neketin nav 20ên pêşîn:

Zanîngeha Firat li Xerpetê 23,

Inonü li Meletî-29,

Dicle li Amedê 31,

Antep 32, Yüzüncü Yil li Wanê 40,

Bingöl Universitesi li Çewlîgê 89,

Siirt 115,

Şirnex 135 û

Mardin Artuklu Universitesi rêza 138ê wergirt.

Zanîngeha Dîcle, Amed

Rêza Yekem zanîngeha ODTÜ bixwe ,ji paytexta Tirkiyeyê, ku amadekara lîsteyê ye, wergirt. Herweha heta 5ê zanîngehên bajarên tirk dagirtin:

ODTÜ li Ankara 1,

Hacettepe li Ankara 2,

Istanbul Teknik Universitesi 3,

Istanbul Universitesi 4 û

Ihsan Dogramaci Bilkent Universitesi rêza 5ê wergirt.

Krîterên lîsteya baştirîn zanîngeh ev bûn: jimara nivîsên zanistî, jimara nivîsên zanistî bo her akademîker, navborîna akademîker an zanîngehê, jimara giştî a belgeyên zanistî, rêjeya xwendekarên doktorayê, jimara doktorên tewawkirine ûwd 9 krîter bûn.

Hêjayî gotinê ye ku tevahiya zanîngehên li Bakûr ji ber qanûnê ku tirkî ferz dike tev wane/dersên sereke û girîng mîna matematîk, fizîk, biyolojî, endezyarî, hiqûq/dadnasî, jeolojî, kîmya, astronomî, erdnîgarî/cografya, aborî, fînans, muhasebe, teolojî, dermannasî, felsefe, bijîşkî, computernasî, genetîk ûwd bi tirkî didin û ne bi kurdî (kirmanckî an kurmancî) ne;  xeynî Mardin Artuklu, Bingöl û Wan YY, ew jî tenê sînorkirî.

 

Check Also

Stephen King Dibe 70 Salî

Stephen Edwin King, hostayê filmên horror‘ê, dibe 70 salî. King li 21ê Îlonê 1947ê li …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *