Home / Cîhan / Li Dinya Herî Zêde Tirkiye, li Ewrupa Britanya Propagandaya Daişê ‘Click’dike

Li Dinya Herî Zêde Tirkiye, li Ewrupa Britanya Propagandaya Daişê ‘Click’dike

Li Ewrupa herî zêde ji Britanya video an linkên propagandayê ên Daişê têne temaşekirin an xwendin. Û li seranserê dinyayê Britanya pêncem, Tirkiye yekem e.

wêne: rudaw (arşîv)

Think Tanka brîtanî Policy Exchange sêşemê lêkolîna xwe derbarê propagandaya Daişê û welatên herî zêde wê dişopînin belav kir: Gor wê seranserê cîhanê herî zêde ji Tirkiyeyê (1) mirov propagandaya Dişê ‘click’ dikin, 2 DYA (Amerîka), 3 Erebîstana Suudî, 4 Iraq û pêncem Britanya ye.

Hefteyê 100 Video, Link ûwd Materyal

Dîroknas Martyn Frampton ji zanîngeha Queen-Mary bi komek pê re rapora ku ji 130 pelan pêk tê û navê ”The New Netwar” (Şerê Tora Civakî a Nû) analîz kirin.  ”Tevger (Daiş) nav hefteyekê dora 100 tişt belav dike li internetê”

Jimara bikarhêner bi awayekî têne tespît kirin û li dora dehhezaran in. Herweha fîrmayên mezin a internetê dikarin bi hêsanî naverokên tundrew asteng an bisînor bikin.

Tundrewiya- Online ‘Xetereke Heyî’ ye

Astengkirin dîs jî kêm tê dîtin: ”Eşkere ye, em ê vî şerî online biser nabin” û ”Jimara êrîşên terorîst nav 6 mehên pêşîn a 2017ê li Britanya, nîşn didin ku Tundrewiya-Online rast û talukeyeke berdewam/heyî ye” dibêjin pispor.

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *