Home / Jiyan / 25/09/17: Kurd Bi Ya Xwe Kirin

25/09/17: Kurd Bi Ya Xwe Kirin

Kurd vê carê li gel hemû metirsiyan ‘serhişkî’ kirin, lê pir baş kirin.

Ji Iraqê heta bi DYA, ji Tirkiye heta bi Yekîtiya Ewrupa, ji Iranê heta bi Fransa û Almanyayê herkes bi awayekî eşkere an veşrtî Kurd ‘hişyar’ an yekser tehdît kirin: Amerîka gote berdela referandumê wê hebe, ango Brett ‘McKissinger’ mîna F.Dagli gote, şanda ser wan bo xapandinê, Almanya bi perwerdenekirina pêşmergeyan, Tirkiye bi birçîhiştinê, Iran bi girtina derî, Iraq bi şandina leşker ser Kurdistanê …ûwd tehdît kirin.

Lê rêberiya Başûrê Kurdistanê, nemaze Mesud Barzanî ji gotina xwe (beramberî gotinên bê garantî) venegeriyan û îro cara yekem di dîroka xwe û ya hemû Kurdên 3 perçeyên din de xweziya sereke û xwezayî a gelekî 40 milyonî ku derveyî dîrokê hatiye hiştin, bi ‘serhişkiyeke’ ku derengmayî lê di cih de, bicih anîn û weke berê gotibûn bi selametî referanduma serxwebûnê li herêma xwe û li cihên ku pêşmerge lê serdest e, pêkanîn.

Bravo!

k-medya.com

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *