Home / Cîhan / Kanîbalîstên Rusyayê: Jin û Mêrê xwe Ji 10an bêtir kes kuştine û xwarine

Kanîbalîstên Rusyayê: Jin û Mêrê xwe Ji 10an bêtir kes kuştine û xwarine

Jinûmêrekî Rus itîraf kirin ku bi dehan kes kuştine û ew xwarine paşî. Polîs bi dîtina mala cota kanîbalîst matmayî bûn.

Dmitry Bakshaev. Wêne: Facebook/CrimePage

Dmitry Bakshaev (35) û jina wî dirêjahiya 18 salî bêtir mirov kuştin û hin perçeyên wan xwarine, gor ku herdu ji polîs re itîraf kirine. Cotê-kanîbalîst ku rûniştvanê Krasnodar/Rusya ne, 30 kes kuştine heta aniha, lê polîs lêdikole ka gelo jimara cangoriyan ne zêdetir be.

Jina Dimitry. Wêne: Facebook/CrimePage

Selfie Bi Perçeyên Kuştiyan

Polîs bi saya handy cotê girtiye. Li ser telefonê fotoyên metirsdar hatine dîtin: Serê mirovekî li ser sêniyekê bi pirtiqal dekorekirî hatiye servîs kirin, selfie ku herdu kanîbalîst bi hin perçeyên terman kişandine. Li ser fotoyekê jî Dmitry Bakshaev destekî jêkirî xistiye devê xwe û suret kişandiye, tê dîtin gor rapora polîs.

Jinûmêrê kanîbalîst ji qurbanan re madeya sakînkir-Corvalol dane û paşî ew kuştine.

 

Check Also

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *