Home / Cîhan / Katalonya: Erê Derkeve, Nav 48 Saetan Serxwebûnê Radigihînin

Katalonya: Erê Derkeve, Nav 48 Saetan Serxwebûnê Radigihînin

Sibe, Katalan jî mîna Kurd li Iraqê dixwazin referandumeke li ser serxwebûnê li Spanya bicihbînin; lê çawa Iraq ji îradeya Kurd aciz e, Spanya jî ji ya Katalanan: Daku referanduma sibê (1 Cotmeh 2017) bicih neyê, polîsên spanî li gelek deveran êrîş birin ser lokalên referandumê û Software‘a dengdayînê talan kirin.

Hin Katalan, Miquel Tarradell institute ku yek ji cihên dengdayînê ye, dagir kirin, daku sibê neyê girtin û gel karibe deng bide. Barcelona. AP

Ên dijber û ligel referanduma sibê, li seranserê Spanyayê derketin kolanan: Li Madrid spanî dijî, li Barcelona jî jibo referandumê meşiyan.

Yekşemê, 1 Cotmeh, li ser cûdabûna ji Spanyayê, Katalan diçin referandumê. Rêveberiya navendî li Madrid, mîna ya li Bexda’yê dixwaze bi her awayî viya asteng bike. Şemî/septê polîsê spanî ji nêviyê zêdetir lokalên referandumê li Katalonyayê girtin. Li aliyê din, hin malbatên katalan gelek ji dibistanan (cihên dengdayînê) dagirkirin, daku roja referandumê vekirî bimînin. Hezaran daketin kolanan jibo an dijî referandumê.

alîgirên referanduma Katalanan. Barcelona. (Keystone)

Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont ji AFP re got ”Em ê dest ji mafên xwe bernedin” û berdewam gote ku rêveberiya wî hertiştî amade kiriye daku dengdayîn asayî/normal derbas bibe. Ji welatiyên katalan jî xwest ku ji tundrewiyê dûr bikevin.

Erê Derkeve, Nav 48 Saetan Ragihandina Serxwebûn e

Li Katalonya 5,3 Milyon kes dikarin deng bidin. Rêveberiya Katalan hêvî dike ku ji 2,3 Milyon bêtir herin dengdayînê, lê ji ber astengiyên Madridê dibe ku 1 Milyon kes tenê deng bidin. 2014ê ji bo referanduma ceribandinê 2,3 Milyon katalan deng dabibûn.

Wê demê (referanduma ceribandinê, 2014) ji Sedî 80 ‘erê’ gotibûn ji cûdabûna ji Spanyayê re. Sibê eger piranî deng erê derkevin, rêveberiya herêmî dixwaze nav 48 saetan serxwebûna Katalonayê ragihîne.

Dadgeha Bilind a Spanya û parlamentoya wê mîna ku yên Iraq, referanduma Katalonyayê nas nakin û derqanûnî dibînin.

 

 

Check Also

Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Di êrîşeke çekdarî li ser konsereke vekirî li derve li Las Vegasa bi casino’yan tê nasîn, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *