Home / Cîhan / Generalê Amerîkî: Rasîst Divê Herin!

Generalê Amerîkî: Rasîst Divê Herin!

Şefê US Air Force Academy (Akademiya Hêza Hewayî a DYA) piştî vedîtina Graffiti (nivîsên ser dîwar) ya nijadperestane, li ber akademiyê wan kesên ev kirine şermezar kir û got cihê wan li vir tune ye.

Pişî 5 xwendewanên afro-amerîkî li ser dibistana amadekariyê a US Air Force Akademie li Colorado graffitiyên rasîst vedîtin, general Jay Silveria berê xwe da Division‘a xwe (hêza hewayê) û kiryarê tawanbar kir. Video ‘viral çû’:

Silveria ji Tebaxê ve dibistana Coloradoyê birêvedike. Hin kes li ser texteya reş a vê dibistanê «Go home, Nigger» (reşo, here malê) nivîsandin û xwendewanekî jî ev li ser facebookê parvekir, li ser vê jî hin dêûbav fakulteyê agahdar kirine ji rûdana rasîst. General Silveria jî li ber akademiyê axavtineke tund pêşkêş û kiryarê şermezar kir. Helwesta wî him ji demokrat Joe Biden him ji komarger John McCain piştgirî û aferîn wergirt.

Helwesteke Bêdudilî Dijî Rasîzmê

Mirov berhev bide eger: Serokê DYA D.Trump Tebaxê li ser xwepêşndana nijadperest li Charlottesville nîvdilî peyivîbû û pê re rexneyên tund stendibûn ji gelek aliyan, komarger jî di nav de. Generalê Divisionê lê bêteredut  kiryara rasîstane şermezar kir û eşkere gote ”eger tu ji ber reng an nijadê li ber yekî rêz negre, bi rûmet nêzî wî nebe, divê tu herî ji vir!”

Check Also

Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Di êrîşeke çekdarî li ser konsereke vekirî li derve li Las Vegasa bi casino’yan tê nasîn, …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *