Home / Cîhan / Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Tevkujî Li Las Vegas: 50 Kuştî, 400 Birîndar

Di êrîşeke çekdarî li ser konsereke vekirî li derve li Las Vegasa bi casino’yan tê nasîn, ji 50 bêtir kes hatine kuştin, dora 400 birîndar bûn. D.Trump kiryarê şermezar kir.

wêne: anf-kurdî

Doh bi şev li Festîwala-Country li Las Vegas ku dora 30 Hezar kes hebûn, dengê gulyan hat. Ji 50 zêdetir kes hatin kuştin, 400 bêtir birin nexweşxaneyan. Stephen Paddockê 64 salî ku kesekî çermspî buye, weke amerîkî dibêjin, ji 32. qata otelekê li ser temaşewanên konserê gule berdaye. Gor gotina polîs paşî xwe kuştiye. Jineke ku gor-gotinê ligel S.Peddock buye, ji alî polîs ve hatiye girtin. Dewleta Islamê-Daiş komkujiyê girte ser xwe. Gor polîs kujer bi tena serê xwe qetlîamê pêkaniye. Gor wan ti delîl heye ku êrîşker girêdayî komeke tundrew be. Ev daxuyanî piştî ku Daişê komkujiyê girte ser xwe, hate belavkirin.

Check Also

Generalê Amerîkî: Rasîst Divê Herin!

Şefê US Air Force Academy (Akademiya Hêza Hewayî a DYA) piştî vedîtina Graffiti (nivîsên ser …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *