Home / Jiyan / Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Çareserî Demildest Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê ye ?

Deh roj ji ser referanduma serxwebûnê a ‘Kurdistana Iraqê’ ango Başûrê Kurdistanê derbas bûne, lê ne tehdît û dijberiya Iraqê ne jî yên dewletên cîran – mîna Tirkiye û Iran ku bixwe xwedî nifuseke mezin a Kurd in, bidawî dibin:

Geh qada hewayî bo firokeyan geh geştiyariyên hewayî ji derve ji Kurdistanê re digrin, an li ser tixûbên wê bi dewleta navendî a Iraqî tevgerên leşkerî pêktînin, bi girtina deriyên bazirganiyê, birçîhişinê, gefa ketina nav sînorên Kurdistanê, nav hevdu peymanên dijî Kurd îmze kirin û wekî din û wekî din dawiya rikberî û çavsoriya wan nayê. Ya rast Kurd hîn dewletê ranegihandina, tenê referandumek, ku meriv weke anketeke mezin jî dikare binirxîne (hukumet a Kurdistaniyan e. Wê ji ji welatiyên xwe tenê pirsek pirsî. Welatî jî bi 92% gotin erê, ango fikra xwe eşkere kirin, lê Iraq, dewletên derûdor û mezinên dinyayê, xeynî Israîl û Rusyayê herkes nerazî ye ku Kurd fikra xwe li ser pêşeroja xwe vebêjin!), bicihanîn, ew jî yekem car di dîroka xwe î nûjen de.

Kolumnîst I. Güçlü jî li van rûdanan dinere û dibêje divê Kurd demildest serxwebûnê ragihînin daku ji van tevlihevî û têkelheviyan rizgar bibin. Egera wî jî ev e:

-Kurd di nav şer de, Kerkuk jî têde li her devera welatê xwe referandumê bi tevlîbûneke mezin, aştiyane û selametî bicih anîn.

-Kurdên 3 perçeyên din bi coş destek dane û ji encamê (92% ‘erê’) pir kêfxweş bûn.

Kurdistan avabibe eger, dê dewleteke federal, demokratîk û li ber kêmahiyên netewî û olî rêzdar be, ku ev jî li Rojhilata Naverast li ti derê heye.

Di rewşa îro de dewlet bê ragihandin eger, ne Iraq ne jî cîran dikarin zordarî bikin.

Berdewama nivîsê:

http://www.kurdistan24.net/tr/opinion/89089577-f9b3-4619-b309-3c07503a4608

Check Also

Kobanî: Kêfxweşiya Perwerdehiya Bi Kurdî

Dibistanên Kantona Kobanî, ji bo sala nû ya xwendinê, deriyên xwe vekirin. Piştî pêşuya (vacancy) …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *