Home / Jiyan / Li Başûr û Rojava 3 Rojên Şînê Bo Mam Celal

Li Başûr û Rojava 3 Rojên Şînê Bo Mam Celal

Li Başûr û Rojava 3 Rojên Şînê Bo ‘Mam Celal’

Hukumeta Başûr û Rêveberiya xweser a Rojavaya Kurdistanê bo wefata Celal Talabanî 3 rojên şînê ragihandin. ‘Mam Celal’ mîna li Başûr dihate nasîn kevnepêşmerge bû. Piştî Peymana Cezayîr (1975) navbera Iran û Iraqê ji PDK (Partiya Demokrat a Kurdistan) veqetiya û YNK (Yekîtiya Niştimanî Kurdistan) damezrand û sekreteriya giştî a heman partiyê kir. Piştî rûxandina Rejîma Baas a Saddam Huseyîn (2003), Mam Celal navbera 2005-2014 serkomariya Iraqa Federal kir.

Gor ragihandina Dengê Amerîka rêveberiya xweser a Rojava dê konên şînê bo wî deyne û li wir sersaxiyan pêşwazî bike. Di qonaxa ana ku Kurdistan jê derbas dibe û him li Başûr him li Rojava Kurd bêhtir bo azadiyê dengê xwe bilind dikin, valahiya siyasetmedarekî tijî serborî û jîrekî mîna wî wendahiyeke mezin e.

Check Also

Kobanî: Kêfxweşiya Perwerdehiya Bi Kurdî

Dibistanên Kantona Kobanî, ji bo sala nû ya xwendinê, deriyên xwe vekirin. Piştî pêşuya (vacancy) …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *