Home / Jiyan / Nobela Kîmyayê a 2017 bo Rêbaza Microscopy 3-D

Nobela Kîmyayê a 2017 bo Rêbaza Microscopy 3-D

Çavdêriya jînê di kêliya ‘pir qeşgirtî’ (qeşaya şokê) de. Bi saya 3 zanyar, lêkolîner êdî dikarin kûrtir li nav biokîmyayê binerin. Navê rêbaz/metoda her 3 zanyar Cryo-electron Microscopy e ku pê re bi 3-D (sê dîmension) nav hucreyê pêvajoyên piçûçik jî têne şopandin.

Çep: dîtbariya berî 2013. Rast: ana. Wêne: @NobelPrize

Akademiya Zanistê a Keyaniya Swêdê li Stockholmê îsal Xelata Nobel a Kîmyayê navbera Jacques Dubochet, Richard Henderson û Joachim Frank parve kir. Her 3 zanyar metoda Cryo-electron Microscopy pêşde xistin.

-Dubochet, Henderson û Frank ji gelek pêvajoyên tarî a hucreyan re ronahî anîn bi rêbaza xwe, ‘Cryo-electron Microscopy‘ re. Metod molekulan dicemidîne/qeşedide ser  wan hîn di kêliya tevgerê de.

Piçûktirîn pêvajo dikarin bêne dîtin bi saya metodê.

-Mînak: Kêliya ku bakteriyekê bi derziya xwe hucreyekê vedide, daku wê nexweş bixe, bi saya vê metodê dikare bê dîtin, êdî. Metoda Cryo-electron Microscopy viya bo cara yekem û bi 3-D pêkan dike. Gor komîteya Nobelê jî ev Bîokîmyayê tîne qonaxeke nûh, loma xelatê heq dikin 3 zanyarên navborî.

-Bi saya Cryo-electron Microscopy lêkolîner dikarin di nebatan de çavdêriya pêvajoya photosynthesis ( fotosentez) bikin, dikarin herweha bibînin kîjan protein virusekê xurttir dikin dijî antîbiyotîkan.

Check Also

Kobanî: Kêfxweşiya Perwerdehiya Bi Kurdî

Dibistanên Kantona Kobanî, ji bo sala nû ya xwendinê, deriyên xwe vekirin. Piştî pêşuya (vacancy) …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *