Home / Cîhan / Polanski Bo Çaremîn Car Ji ber Tecawuzê Tê Şikayetkirin

Polanski Bo Çaremîn Car Ji ber Tecawuzê Tê Şikayetkirin

Filmçêkerê amerîkî Roman Polanski (84) ku bi eslê xwe polonî-fransî ye ji 1977ê ve ji DYA (Dewletên Yekbuyî ên Amerîka) reviyaye Londonê, ji wir jî reviyaye Parisê (welatiyê Fransa ye, loma) ji ber ku dozgeriya amerîkî ji ber angaşta ‘tecawuza keçekê temenpiçûk’ li dû wî ye.

Vê carê jî serê wî bi giliya yekê alman diêşe: 2 roj piştî ku Polanskî filma xwe î dawîn li Festîwala Film a Zürichê bi kêfxweşî pêşkêş kir, Renate Langera 61 salî ew li ber dozgeriya swîsrî ji ber tecawuzê di sala 1972an de (carek li Bernê carek li Romayê) gilî kir. Langer wê demê (1972) hîn 15 salî bû.

1977 Polanskî li Amerîka tecawuzî keçeke 13 salî kiribû û 42 roj cezayê girtinê stendibû, lê piştî testeke psîkolojîk ku dadgerekî li ser wî ferz kiribû, heman sal ji DYA reviyabû hatibû Londonê. Ji vê rojê heta ana ne diçe Amerîka ne jî diçe welatên ku dikarin wî vegerînin wêderê

Polanski Plana Vegera Amerîkayê Dike

Check Also

Kobanî: Kêfxweşiya Perwerdehiya Bi Kurdî

Dibistanên Kantona Kobanî, ji bo sala nû ya xwendinê, deriyên xwe vekirin. Piştî pêşuya (vacancy) …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *